Li Viyanayê li dijî tecrîdê meş hate lidarxistin

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate protesto kirin.

Meşa meşaleyî ku di bin pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê de hatî lidarxistin gelek Kurdistanî beşdar bûn. Meşa ku li gara trenê ya Westbahnof ku yek ji îstasyonên navenda bajêr hate lidarxistin, bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ hate berzkirin. Piştî meşê daxuyaniya çapameniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku zêdetirî saleke ji Ocalan agahî nayê girtin û ev rewş nayê qebûlkirin. Kurdistaniyan diyar kirin ku heta agahiyek ji Ocalan neyê girtin wê çalakiyên xwe bidomînin.