Li Viyanayê ciwanên Apoyî Buroya Turîzmê ya Tirkiyeyê dagir kirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, 20 endamên Însiyatîfa Ciwanên Apoyî Buroya Tûrîzmê ya Tirkiyeyê dagir kirin, banga boykotkirinê li her kesî kirin.

Ciwanan diyar kirin ku çalakî ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku bi çalakiya xwe ya fedaî ya 30’ê Hezîrana 1996’an ku li dijî dewleta Tirk li dar xist û bû sembol, pêk hatiye.

Ciwanên Apoyî di çalakiya xwe de daxuyanî dan, gotin: “Dewleta TC û hikûmeta AKP’ê yên faşîst ku rûyê xwe yê qirker bi qetlîamên di jêrzemînên hovîtiyê yên li Bakurê Kurdistanê, bi zindî şewitandina mirovan, bi şewitandina xwezayê ve nîşan da, ji  tûrîzmê xwe mezin dikin.”

Daxuyaniya ciwanên Apoyî wiha dewam kir: “Zêdetirî salekê ye li ser Rêbertiya me li Girava Îmraliyê bi tecrîdê êşkence tê kirin. Li Licê, Gabar û Cûdiyê havîrdor û xweza ji aliyê leşkerên TC tên şewitandin. Çavbirçîbûna Erdogan a desthilatdariyê, Tirkiye û Kurdistanê ber bi kaosê dajo. Ji qetlîama li Balafirgeha Stenbolê Erdogan û AKP berpirs in.

Betlaneya di nav şert û mercên wisa de tê wateya piştgirîkirina Erdogan û AKP’ê. Tê wateya şirîkatiya qetlîamên li hember Kurdan û tecrîda li ser Rêbertiyê.

Em wek Însiyatîfa Ciwanên Apoyî, bang li her kesî dikin ku sektora tûrîzmê ya Tirkiyeyê boykot bikin.”

Ciwanên Apoyî diyar kirin ku hin komên faşîst hewl dane êrîşî çalakiyê bikin, lê êrîşa wan hatiye şkandin.