Li Viyanayê civîna gel û merasîma bîranînê

Li Viyanayê civîna gel hate lidarxistin û rojeva Kurdistanê hate nirxandin. Şervanê YPG'ê Ciwan Reqa jî hate bîranîn.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîna gel û merasîma bîranîna cangoriyê têkoşîna azadiyê hatin lidarxistin.

Li civînê di axaftinan de hate gotin, "Reberê Gelê Kurd ji bo kombûna kongreya neteweyî gelekÎ hewl da. Lê belê di serî de PDK, hêzên Başûrî bersiv nedan vê hewldanê. Û hêzên Başûrî di serî de Kerkûk herêmên girîng ên Kurdistanê radestî Heşdî Şabî kirin."

Di civînê de bûyerên li Bakurê Kurdistanê diqewimin jî hatin nirxandin û hat gotin, ligel pêkanînên faşîzan, gelê Kurd teslîmî dîktatoriya AKP/Erdogan nebûye û her li ber xwe dide.

BÎRANÎN

Di civînê de şervanê YPG'ê Ciwan Reqa yê li Reqayê ji ber teqîna mayinê şehîd bû hate bîranîn. Bi vê armancê sînevîzyon hate nîşandan. Di bîranînê de xwişka Ciwan Reqa jî amade bû.