Li Viyanayê bi hezaran kes li dijî bomberdûmana qadên gerîla meşiyan

Bi pêşengiya Ciwanên Azad li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla hatin protestokirin.

Bi pêşengiya Ciwanên Azad li paytexta Awûstûrya Viyanayê, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla hatin protestokirin.

Bi qasî 2 hezar kesên li ber avahiya Opera Viyanayê civiyan, piştî deqeyeke rêzgirtinê dest bi meşê kirin. Girseya gel di meşê de bi zimanên Elmanî û Kurdî dirûşme qîriya û wêneyên şehîdên Pirsûsê û gerîlayên HPG'ê yên di êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, hilda.

Meş li Stephansplatzê bi dawî bû. Nûnerên hin saziyên destek dan meşê li vir axivîn û bal kişandin ser komkujiya li Pirsûsê, qetilkirina xwezaya Kurdistanê ya ji ber êrîş û bomberdûmana qadên gerîla.

Berdevkê Ciwanê Azad Awûstûrya Şahîn Dep di axaftina xwe ya li vir de got, "Hedefa bingehîn a operasyonên dewlet û artêşa Tirk ku di demên dawî de bi hinceta DAIŞ'ê dane destpêkirin, têkoşîna azadiyê ya Kurd û destekdarên wê ne. Êrîşên li hemberî qadên gerîla taktîka hilbijartinên pêşwext e. Li dijî vê zîhniyeta ku ji bo çend pûanên hilbijartinê komkujiyê dike, mirovan qetil dike û xwezayê talan dike, divê em li Ewropayê bi xurtkirina têkoşîna xwe re bersivê bidin. Ciwanên Kurd wê di bin sîwana Ciwanên Azad de li hev bicivin û bersiva herî baş bidin."

Dep bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku xwe bi rêxistin bikin. Meş bi qîrîna dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.

...