Li Viyana, Halmstad û Strasbourgê çalakiyên ji bo Efrînê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Halmstad ê Swêdê û li bajarê Strasbourg ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Halmstad ê Swêdê û li bajarê Strasbourg ê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û qirkirina Kurdan, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ciwanên Kurd ji bo piştgiriya Efrînê meşiyan. Ciwanan alên YPG, YPJ, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û li kolana Mariahilfer nîvê şevê saet 22:00 meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî Efrîn", "Ewropa fînanse dike Tirkiye bombeyan dibarîne" û "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime" hatin qîrîn.

STRASBOURG: Li bajarê Strasbourg ê Fransayê nêzî 2 hezar kes ji bo Efrînê meşiyan. Meşê ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir û heta Place Kleberê dewam kir. Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk dirûşmên şermezarkirinê hatin qîrîn.

HALMSTAD: Li bajarê Halmstad ê li başûrê Swêdê ye, Kurdistanî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin û destekê bidin berxwedana serdemê, li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xistin. Di çalakiyê de bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyan bikevin nava liv û tevgerê.