Li Vîllîer le Belê ji bo  Ocalan çalakî

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê Kurdistaniyan ji bo balê bikêşin li ser tecrîda li ser Ocalan meşek li dar xistin.

Kurdistaniyên ku di bin pêşengtiya meclîsa navenda civaka demokratîk a Kurd ya Vîllîers Le Bel li pêşiya gara Vîllîers Le Bel li hev civiyan pankarta nivîsa li ser ‘Ji Ocalan re azadî’ vekirin û bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan na be’ meşiyan.

Di meşê de bê navber belavokên ku qala tecrîda li ser Ocalan dike, hatin belavkirin

Girseya gel dema ku hat li pêşiya avahiya NCDK’ê, hevserokê meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Vîllers Le Bel Şiyar Şemsûr axivî û wiha got; “Heta ku em agahiyek ji Rêbertiya xwe negrin wê çalakiyên me her roj bidome.”

Çalakî bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re Azadî’ bi dawî bû.