Li Venezuellayê hêjmara miriyan giha 61’an
Li Venezuellayê hêjmara miriyan giha 61’an
Li Venezuellayê hêjmara miriyan giha 61’an
Di bûyerên ku li girtîgeha Urîbana ya di keve bakûrê rojavayê Venezuellayê de hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan giha 61’an, hate ragihandin ku 120 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya midûrê nexweşxaneya herêmî Ruy Medîna, piraniya miriyan bi çekên otomatîk hatine gulebaran kirin. Medîna aşkera kir ku, ji 120 birîndaran 90 paşde şandine, yên din jî di du nexweşxaneyan de têne derman kirin. Hikumetê têkildarî vê komkujiya ku di van dehan salên dawî de trajediya herî mezine li welat lêpirsîn da destpêkirin.
Wezîrê Karê Cezayan Îrîs Varela ragihand ku, bûyer dema li girtîgehê lêgerîna çekan dikirin rû daye. Varela di daxuyaniya roja Şemiyê kiribû de gotibû, girtîgeha behsa wê têkirin dê vale bikin û girtiyan veguhêzin girtîgehek din.
Varela ragihand ku, di nava mirî û birîndaran de girtî, leşker û gardiyan hene, Varela diyarkir ku, dê roja Yekşem yan jî Duşemê hêjmara fermî aşkera bikin.
Li gorî Mala Çavdêriya Girtîgehan ya Venezuellayê, girtîgeha Urîbanayê ji bo 850 kesan hatiye avakirin lê belê niha 2500 kes têde ne. Ev girtîgeh bi pevçûnên çekdarî yên di navbera girtiyan de tê naskirin.
Ev girtîgehek di welat de girtîgeha herî qerebalix û tund tê naskirin. Di girtîgeha ku 250 km dûrî paytext Carcasê de, Çileya 2007’an pevçûnên ku di navbera girtiyan de rûdayî 16 kes miribûn û 13 kes jî birîndar bibûn.
Li gorî hêjmarên fermî li Venezuellayê 50 hezar girtî hene. Lê belê kapasîteya binçêkera girtîgehê ji bo 14 hezar kesan hatiye çêkirin.