Li Venezuelayê di mitînga Maduro de ji bo Ocalan destek
Li Venezuelayê di mitînga Maduro de ji bo Ocalan destek
Li Venezuelayê di mitînga Maduro de ji bo Ocalan destek
Piştî ku Hugo Chavez 5'ê adarê de jiyana xwe ji dest da, li Venezuelayê amadekariyên hilbijartinên serok dewletiyê tên kirin. Di mitîngê de posterên Ocalan jî hate rakirin û azadiya Ocalan hate xwestin.
Beriya 14 Nîsanê roja hilbijartinê, namzetan mitîngên xwe yên dawî lidarxistin. Yê ku herî zêde piştgîriya gel digire, cîgirê serok-dewlet Nicolas Maduro ye.
Mitînga Maduro, li paytext Caracasê pêk hat û bi sedhezaran kes beşdar bûn. Gelê Venezualayê bi kincên xwe yên sor piştgiriya xwe ji Maduro re eşkere kir.
Di mitîngê de posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hebûn. Dostên Kurdan jî, ji bo Azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin.
Gelê Venezuellayê eleqeyek mezin nîşanî dezgeha îmzeyan, ya ku posterê Ocalan û Maduro lê hatibû daliqandin da.