Li Vannes û Freîbûrgê çalakî ji duh bi şev û vir ve dewam dikin

Li Vannes û Freîbûrgê çalakî ji duh bi şev û vir ve dewam dikin

Li bajarê Frana Vannesê, komek ji Kurdistaniyan heta ber destê sibehê li stasyona trenê ya navendî çalakî lidar xist. Li Freîbûrgê jî çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya şaredariyê dewam dike.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li Vannesê zêdeyî 50 Kurdistanî danê sibê bi armanca protestokirina bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî Kobanê, li stasyona trenê ya navendî çalakiyek lidar xistin. Ji ber xwepêşandanê seferên trenê ji bo demeke kurt hatin rawestandin. Hat ragihandin ku çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan dewam dike.

Li aliyê din li Freîbûrgê jî bi sedan Kurd, heta ber destê sibehê li ber avahiya Şaredariyê man. Kurdistaniyên ku wê heta saet 17'an li ber avahiya şaredariyê bin, piştre wê meş û mîtîngekê lidar bixin.