Li Ûrmiyeyê 10 kes hatin girtin

Li Ûrmiyeyê 10 kes hatin girtin

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ya Navnetewî ragihand ku, li bajarê Ûrmiye yê Rojhilatê Kurdistanê 10 kes bi hinceta ku têkiliya wan bi PJAK’ê re heye hatin girtin.

Li gorî agahiyên ku rêxistinê ji çavkaniyên herêmî girtî da diyarkirin ku, li Ûrmiyeyê kesên binavê Behrûz Brokanlo, Hesen Brokanlo, Mihemed Hesen Esedî, Mîr Hadî Mûsawî, Emîr Hesen Behrûz, Afşîn Mîrzaeî, Ezîz Dalay Mîlan, Ferzad Selamet, Ebdulselam Bahawar û Xusrew Bedewî di encama serdegirtina malan de hatin girtin. Hate ragihandin ku, kesên hatin girtin ji 22’ê Adarê û vir ve veguhestine Girtîgeha Navenda Ûrmiyeyê.

Hate diyarkirin ku, ji girtiyên Kurd Hesen Esadî, Mîr Hadî Mûsawî, Emîr Hesen Behrûz, Afşîn Mîrzaeî û Ezîz Dalay Mîlan xistina girtîgeha girtiyên edlî lê dimînin.

Di meha Adarê de polîsên Îranê li bajarên Mehabad, Sanadah û Pavehê bi dehan Kurd binçavkiribûn. Ji vana beşek mezin hatibûn berdan, her wiha di derbarê hinek kesan de jî hêjan agahî nehatine girtin. Dezgeh di derbarê hêjmar û nasnameya van kesan de jî agahiyek zelal nade.