Li Uppsala û Orebro komkujî hat protestokirin

Li Uppsala û Orebro komkujî hat protestokirin

Li gelek bajarên Swêdê qetilkirina sê siyasetmedarên kurd tên protestokirin. Piştî bajarên Stockholm û Goteborgê duh jî li bajarên Uppsala û Orebor kurdan komkujî şermezar kir. Her wiha bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku divê kujer demildest bên dîtin û darizandin.

Li ser banga Meclisa Gel a Orebro mîtîng û meşek pêk hat. Nûnerên Partiya Çep ya Swêdê axaftinek kir û diyar kir ku ev êr ji bo pêşî li aştiyê bê girtin pêk anîne û daxwaz kir ku kujer demildest bên dîtin. Piştî Hevserokê Meclisa Gel a Kurd Fuad Bertî axivî û destnîşna kir ku ev komkujî ji aliyê hêzên ku ji hevdîtinên Îmraliyê nerazîne pêk hatiye û wiha got: “Bi qetilkirina Sakîne Cansiz, PKK û Tevgera jinê hedef hatiye girtin, qetilkirina Fîdan Dogan jî dîplomasiya kurd hedef hatiye girtin. Heta ku hikûmeta Fransayê vê komkujiyê ronî neke sûcdar e.”

Bertî bang li rayagiştî ya Kurd, Tirk û Swêdê kir ku zextan li Fransayê bike ku cînayetê derxînin holê. seroka Meclisa Gel a Orebro Zozan Baransson got ku heta ku kujer neyên dîtin dê têkoşîna wan bidome û got dê têkoşîna hevalên xwe bidomînin. Asurî-Suryaniyên kul i Orebroyê dijiyan jî tevli meşê bûn û piştgirî danê. Di meşê de dirûşemeyên ‘Fransa bila kujeran teslîmê me bike’, ‘Tirkiyeya terorîst’, ‘Kujer Erdogan’ hatin gotin.

Li Upsalayê jî xwepêşandanek pêk hat. Nêzî 300 kurdî tevli bûn û li Qada Storatorget hatin cem hev.

Ji bo her sê siyasetmedarên kurd û hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin. Siyasetmedarê Kurd Kanî Mîranî diyar kir ku ev êrîşa pêk hatiye di esasa xwe de li dijî tevgera azadiya kurd pêk hatiye û got divê kurdistanî hêza bikin yek û têkoşîna li dijî komkujiyê bilind bikin.

Ji partiya Çep a Swêdê Emma Wallrup, ji Partiya Keskan Nîclas Malmgren axaftin kirin û diyar kirin ku divê di demeke nêz de hikûmeta Fransayê komkujiyê ronî bike.