Li Ûppsala dewleta Tirk bi meşekê hat protestokirin
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swîsreyê dijîn, bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên li ser Bakurê Kudistanê, şermezarkirina bêdengûna Hikûmeta Swîsre û Yekîtiya Ewropa, meşek û mîtîngek li dar xistin.
ANF
ÛPPSALA
şemî, 30 rêbendanê 2016, 20:55
Kurdistaniyên li bajarê Ûppsala yê Swîsreyê dijîn, bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên li ser Bakurê Kudistanê, şermezarkirina bêdengûna Hikûmeta Swîsre û Yekîtiya Ewropa, meşek û mîtîngek li dar xistin.
Kurdistaniyên li nêzî navenda bajar li parkê kom bûn, di destpêka meşê de pankartên “Dagirkirina Tirkan rawestinîn” û “Qatilê zarokan Erdogan” rakirin. Kurdistaniyan alên PKK,KDK, PJAK, PYD û KJAR û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Di tevahiya meşê de bi dirûşmeyên “Destê xwe yê bi xwîn ji Kurdistanê bikişîne”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê derkeve”, “Qatil Erdogan, Yekîtiya Ewropa ya durû”, “PKK gele, gel li vir e” û “ Ji Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê aştî” qîr kirin.
Serokê bajarê Ûppsala yê Partiya Çep li Qada Stortorget Alexsandra D’Ûrso êrîşên hovane yên hikûmeta AKP’ê yên li hember berxwedana xwerêveberiya li Bakur şermezar kir, daxwaz kir ku dewleta Tirk demildest dawî li êrîşên xwe bîne.
D’Ûrso ragihand ku Yekîtiya Ewropa bi peymanên bi Tirkiye yên li ser koçberan re, li Tirkiyeyê îxlalên mafê mirovan tê jiyîn û li hember qetlîamên li ser gelê Kurd jî bêdeng dimîne. Bang li Hikûmeta Swîsreyê û Yekîtiya Ewropa kir ku li hember êrîşan bêdengbûna xwe bişkînin, li hember qetlîam û îxlalan erka xwe bi cih bînin.
Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ve bi dawî bûn.