Li Ukraynayê muxalefetê avahiyên dewletê xistin bin ablukayê
Li Ukraynayê muxalefetê avahiyên dewletê xistin bin ablukayê
Li Ukraynayê muxalefetê avahiyên dewletê xistin bin ablukayê
Li Ukraynayê xwepêşendan didomin. Muxalefetê li paytextê avahiyên hikûmetê xist bin ablukayê.çalakgeran li nêzî îdareya serokomartiyê kon veda.
Hat hînbûn ku roja yekşemê bi sedan kesî avahiyên hikûmetê xistine bin ablukayê.
Peykerê Lenîn rastî êrîşê hat û çalakgeran peyker texrîb kir. Endamên partiya netewperest a Radîkal peyker ji cih rakirin û piştre bi balyoz parçe kirin.
Partiya Anavatan ya serokwezîrê berê Yulîya Tîmoşenko diyar kirin ku ger hikûmet di 48 saetan de îstîfa neke dê rezîdansa serokwezîr Vîktor Yanukovîç bikin bin ablukayê.
Yên li dijî entegrasyona Ewropayê çalakiyên xwe didomînin. Ew jî li ber parlamentoyê civiyan û aligîrên Yanukovîç li Harkov, Donetsk û Odessa çalakiyan pêk tînin.