Li Trabzonê di şer de çawişekî pispor mir

Li bejahiya navçeya Maçka ya Trabzonê, di dema operasyona artêşa Tirk de şer derket. Çawişê pispor ê di vî şerî de birîndar bû, mir.

Şer li Deşta Karaagaçê saet di 08:30 de qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber operasyona artêşa Tirk şer derket û çawişê pispor Osmangazî Çetîngoz birîndar bû. Çawişê pispor rakirin nexweşxaneyê û mir.

Waliyê Trabzonê Yucel Yavûz der barê mijarê de gotibû "Li bejahiya navçeya me Maçkayê bi kesekî re şer derket. Çawişekî me yê pispor bi sivikî birîndar bû"

Medya Tirk îdîa kir ku şer bi gerîlayên PKK'ê re derketiye. Heta niha kesî çalakî li xwe negirtiye.