Li Toronto xebatên ji bo hilbijartinê destpê kirin
HDP'yiyan li Toronto dest bi xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê kirin.
HDP'yiyan li Toronto dest bi xebatên ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê kirin.
Li bajarê Kanada Torontoyê, ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, HDP'yiyan dest bi kar kirin.
Meclîsa Gel a Toronto, komîsyonek ji çil kesan ava kir û dest bi xebatên hilbijartinê kir.
Hevserokê Meclîsa Gel Îhsan Kaya li civînê axivî û destnîşan kir ku ji bo HDP'ê mîna hilbijartinên 7'ê Hezîranê careke din li herêma xwe bikin partiya yekemîn, ew ê xebateke berfireh bimeşînin. Kaya got, "Em ê xeyala Erdogan a serokatiyê di sindoqan de bifetisînin. Em xwedî wê hêzê ne ku vê bi ser bixînin."
Di civînê de komîsyonên herêmê hatin avakirin û kar hat dabeşkirin.