Li Toronto Kurdan li ber Konsolosiya DYA çalakî lidar xistin

Li Toronto Kurdan li ber Konsolosiya DYA çalakî lidar xistin

Kurdên li bajarê Qanada Torontoyê hatin cem hev, li ber Konsolosiya DYA êrîşên DAIŞ'ê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kriin.

Kurdan danê êvarê li ber konsolosiyê dest bi çalakiyê kirin û pankart û dowîzên bi nivîsa "Dawî li terora DAIŞ'ê bînin", "Bijî Şoreşa Rojava" hilgirtin. Kurdan timî dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" qîriyan û xwestin alîkarî ji Kobanê re bê dayîn.