Li Tirkiyeyê pêla duyemîn a koronavîrusê tê!
Li dinyayê 4 milyon kes bi koronavîrusê ketin û nêzî 280 hezar kes jî mirine.
Li dinyayê 4 milyon kes bi koronavîrusê ketin û nêzî 280 hezar kes jî mirine.
Hejmara kesên ji ber Covîd-19’ê nexweş ketine û mirine roj bi roj zêde dibe. Li dinyayê bi giştî 4 milyon û 126 hezar kes nexweş ketine û 280 hezar kes jî mirine.
TIRKIYE
Wezareta Tendirustiyê ya Tirk a ku li gorî pergala raporkirinê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê tevnagere, diyar kir ku 137 hezar û 113 kes nexweş ketine û 3739 kes jî mirine.
Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin û maske li civakê nayê belavkirin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku qîmetê nade tendirustiya gel biryar da ku bedesten werin vekirin. Li gorî pisporan vekirina bedestenan zû ye û dibe ku pêleke duyemîn pêk were.
Li Tirkiyeyê Kampanyaya Hevgirtina Malbatan a HDP’ê jî roj bi roj zêde dibe. Ji ber bidawîbûna qedexeyê kesên li ser 65 salî piştî 50 rojan derketine derve.
BÎLANÇOYA LI DINYAYÊ
Li DYE’yê milyonek û 347 kes nexweş ketine û 80 hezar kes jî mirine.
Li Îtalyayê jî 218 hezar û 268 kes nexweş ketine û 30 hezar û 395 kes jî mirine.
Li Îspanyayê jî 264 hezar û 663 kes nexweş ketine û 26 hezar û 621 kes jî mirine.
Li Fransayê176 hezar û 658 kes nexweş ketine û 26 hezar û 310 deh kes jî mirine.
Li Elmanyayê jî 171 hezar û 324 kes nexweş ketiner û 7549 kes jî mirine.
Li Îranê ya ku tê diyarkirin agahiyên rast nade, li gorî hikumetê 107 hezar û 603 kes nexweş ketine û 6 hezar û 640 kes jî mirine.