Li Tirkiyê û Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî

Li Edenê, Enqere, Wan, Bedlîs û Tekîrdagê gelek kes hatin binçavkirin.

Rejîma Qesr/AKP’ê têkildarî rejîam diktatoriyê û ber bi referandûmê ve êrîşên qirkirina siyasî zêde dike.

EDENE

Li navend û navçeya Ceyhana Edeneyê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin. Piştî li malan lêgerîn hatin pêkanîn Hevserokê HDP’ê yê Ceyhanê Kamuran Sagat jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku di nava kesên hatine binçavkirin de zarok jî hene.

Kesên hatine binçavkirin piştî di kontrola Tiba Edlî re hatin derbaskirin hat diyarkirin ku birine Midûryeta Polîsan a Edene û Midûryeta Polîsan a Ceyhanê.

Li aliyê din di operasyona polîsan a duh de jî 26 kesên di nava wan de Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz jî heye hatibûn binçavkirin.

WAN

Di operasyona serê vê sibehê li navçeyên Wanê Erdîş, Ebex û Bêgirê de 13 kes hatin binçavkirin. 13 kesên hatîn binçavkirin birin midûryeta emniyetêy a bajêr.

Li bajarê di serdegirtina malan a 11'ê Sibatê de di nava wan de zorok jî bi giştî 11 kes hatibûn binçavkirin. Bi hînceta 'endamê rêxistinê ye' ji 11 kesên hatîn binçavkirin, B.Y ê 15 salî piştî îfadeya li emniyet û dozgeriyê, duh dema derketî pêşberî dadger hat girtin.

BEDLÎS

Li navçeyên Bedlîsê Tetwan û Motkî yê ji operasyên serdegirtina malan dewam dikin. Di serdegirtinan de Endamên Meclîsa Bajêr ê DBP'ê Behzat Yîlmaz, Fevzî Sayîn, Salih Gunerî, Seyît Bîrlîk û Alîkarê Hevserokê DBP'ê yê Tetwanê Îrafan Yalçinkaya hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku hejmara binçavkiriyan zêdetire.

ENQERE

Li Enqerê di operasyonên serê vê sibehê yên li dijî HDP'ê de 6 kes hatin binçavkirin. Navê kesên hatîn binçavkirin wiha ne; Endama Meclîsa Partiyê a HDP'ê Nûr Aymemûr, Rêveberê HDP'ê yê navçeya Etîmesgût Mekîn Akdeniz, Dîlan Çetin, Zîver Gultekin û Mehmet Ergen.

Kesên hatin binçavkirin, hat diyarkirin ku birine midûryeta emniyetê a Enqereyê.

Hat diyarkirin ku wê hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.

TEKÎRDAG

Li navçeya Tekirdag Çerkezkoyê di operasyona serdegirtina malan a seatên sibehê de 5 HDP'yî hatin binçavkirin. HDP'iyên ku hatine binçavkirin birine midûryeta emniyetê a Çerkezkoy ê.