Êrîşan nîjatperest a bi ser cenazeya dayika Alîkara Hevseroka HDP’ê Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk de bi mînaka xwe ya balkêş a dubendîbûna civakê û nîjatperestiyê di bîra mirovan de cihê xwe çêkir.
Derdoran hikûmetê daxuyanî dan ku ew êrîşê şermezar dikin, Berdevkê AKP’ê Bekîr Bozdag, got, ‘ev şêwaz ne li gorî rêz û rêçikên me ne’, lê ev goitna wî êrîşên bi ser cenazeyan de ên van salên dawî bi bîra mirov xist.
Di serî de li bajarên Kurd berevajî gotinên Bozdag gelek caran polîs, leşker û komên nîjatperest êrîş bi ser cenazeyan de birin.
POLÎSAN CÎNAYET TEŞÎR KIRIN
10’ê Tebaxa 2015’an li Gimgim a Mûşê polîsên Tirk cenazeyê şervana HPG’ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) tazî kirin û ev dîmen di medyaya civakî de hatin weşandin.
GORISTAN BOMBE KIRIN
Di vê demê de li Gimgimê goristanên HPG’yiyan ên Şehîd Ismaîl û Şehîd Ronahî yên 17’ê Îlonê bi balafirên şer ên F-16’an hatin bombekirin, mizgeft û cemevî ya di nav de hatin hilweşandin.
CENAZE NEKETE GORÊ KETE DOLABA QEŞAYÊ
Li Cizîrê di dema ‘qedexeya derketina derve’ de 7’ê Îlona 2015’an Cemîle Çagirga a 10 salî li ber mala xwe bi guleyeke leşkerekî di operasyonê de hate kuştin,polîs û leşkerna nehiştin ku cenazeyê wê were veşartin. Piştî ku 3 roan cenazeyê Cagirca di dolaba qeşayê de hate hiştin rakirin morgan nexweşxaneyê û piştre hate veşartin.
GEWDEYÊ HACÎ LOKMAN BÎRLIK HATE KAŞKIRIN
Li Şirnexê 2’yê Cotmeha 2015’an cenazeyê Hacî Lokman Bîrlîk ku polîsan ew kuştibûn, bi wesayita zirxî ve hate girêdan û kaşkirin. Ji bo polîsên ku wiha kirin tenê ji bo 6 mehan cezayê pêşketina qedemeyê xwarin.
CENAZEYÊ TAYBET ÎNAN 7 ROJAN LI KUÇEYE MA
Li Silopya di dema ‘qedexeya derketina derve’ de Taybet Înan li ber mala xwe ji hêla polîs û leşkeran ve hate kuştin. Hêzên dewletê xizmê wê Yûsuf Înan ku dixwest cenaze rake kuştin. Înan bi saetan birîndar ma û li ber çavê malbata wî jiyana xwe ji dest da. Zarokên Înan ji bo ku heywan ziyanê nedin cenaze 7 rojan li ser cenaze ji dûr ve nobet girtin. Cenazeyê Taybet Înan ê dayika 11 zarokan piştî bi 7 rojan hate veşartin.
CENAZEYÊ KARAKAŞ NEXWESTIN
Cenazeyê Recep Karakaş ê PKK’yî yê 22 salî ku li Dersimê bi bombeyên balafirên şer jiyana xwe ji dest dayî li Îzmîrê li cem malbatê li Izmîrê, 22’yê Mijdarê hate veşartin. Lê ji ber êrîşa komeke nîjatperest cenazeyê Recep Karakaş piştî bi 4 rojan ji gorê hate derxistin.
JI BO KU CENAZE VEŞÊRE 90 ROJAN KETE GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ
Mûrat Gun ê DHKP-C’yî li bejahiya çemê Çetê yê Dersimê 7’ê Mijdara 2016’an bi êrîşeke hewayî jiyana xwe ji dest dan. Bavê wî Kemal Gun ji bo ku hestiyên şewitî yên kurê xwe bistîne serî li hemû saziyên fermî da, piştî ku bersiveke erênî nestand, bav Gun li Dersim navendê 90 rojan kete girêva birçîbûnê. Piştî 90 rojan cenaze standin û karîbû ku cenazeyê kurê xwe veşêre. Ji bo çalakiya Gun 13 hezar TL cezayê pereyan lê hate birîn.
CENAZEYÊN KU LI SÎNOR HATIN RAWESTANDIN
Hikûmet nahêle gelek cenazeyên ku li Sûriyê di şerê dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane, werin Tirkiyê. Cenazeyên şervanên Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG) Azîz Guler û Eylem Ataş piştî helwesta li raya giştî hiştin ku werin Tirkiyê. Cenazeyê Guler 59 rojan, a Ataş jî piştî 101 rojî hatin veşartin.
LI SER GORISTANA ERMENAN TIWALET HATIN ÇÊKIRIN
Qeyûmê Şaredariya Edremît Wanê, li ser Goristana Ermenan û Girê Dîlkaya ku di asta pêşî de qada sîtê hatine ragihandin, tiwalet, otopar û kabîneyên xwetazîkirinê ava kir. Dîhaberê 1’ê Tebaxê nûçeyek da, di nûçeyê de hatibû dîtin ku di dema înşeatê de hestiyên bi dehan mirovan li derdorê belav bûbûn.
‘GORISTANA XAYÎNAN’ HATE ÎCADKIRIN
Şardarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tebaxê diyar kir ku kesên tevlî nav darbeyê bûne divê li ‘Goristana Xayinan’ werin veşartin ku goristana wê ji hêla şaredariyê ve were vekirin. Topbaş got: ‘’Hûn ê cihekî veqetînin û bibêjin ev goristana xayinan e, ên ku derbas dibin wê nifiran bikin. Her kesê çûyî wê nifiran bike û di gorê xwe de wê ranezin.’’
Ê JI PAYTEXTÊ JÎ ÊRÎŞ BIRE SER CENAZE
Mînaka dawî ku rayedarên hikûmetê bi şaşmayî gotin ‘cara pêşî’ bû Încek. Dayika Hatûn Tûglûk hate xwestin ku li Navçeya Golbaşî ya Enqerê li Încekê were veşartin. Lê komeke ji 20-25 kesan pêk hatî êrîş bi ser cenaze de anî. Malbata Tûglûk jî li gel kul i qadê polîs hebûn û êrîş pêk hat, ji bo ku êrîş bi ser cenaze de nebe cenaze ji gorê derxistin û neçar man ku cenaze li Dersimê veşêrin.
‘NE JI MIROVÊN XWEDÎ WIJDAN BÛNE ÊRÎŞKAR WÊ ŞÎRIN BIDANA NÎŞANDAN’
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim tiştên ku bûne û li ser daxuyaniyên derdora hikûmetê got, ‘Heke beşekî berfireh ê xwedî wijdan ê Tirkiyê nerazîbûna xwe diya nekirina hikûmeta AKP’ê wê mesajek jî neweşandana. Weke demên bihurî. Belkî êrîşkar şîrin jî bikirana. AKP ji roja ku ava bûyî heta niha hemû rêz û rêçik, nirxên Îslamî û referansên dirokî ji bo berjwendiya xwe bi kar anî.’’
‘WÊ HEWL BIDIN KU VÊ BÛYERÊ BIDIN JIBÎRKIRIN’
Yildirim xwest ku êrîşkar di kurtirîn demê de werin dîtin û got: ‘’Ne hûn bûn we digot ‘em ji kamerayên SÎHA’yan dikarin saetên destê wan tespît bikin’, hûn ji bo mirovên ku rû, bejn û bala û pêş û paşiya wan diyar e we çi kar kirin. Vê didin jibîkirin. Hûn ê bibînin wê bixwazin vê bûyerê jî bidin jibîrkirin. Bila xwe dirûşmeyan neqêrin.’’