Li Tirkiyê banga ‘AKP îstîfa bike’ her ku diçe berfireh dibe

Li bajarên Stenbol, Mêrsîn û Amedê gel bi armanca şermezarkirina desthilatdariya AKP-MHP daketin qadan.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasî ya Stenbolê bi dirûşmeya “Em neçarê vê desthilat û pergalê nînin” li Kadikoyê xwest çalakî bike. Polîs êrişê daxuyaniyê kir.

Beriya daxuyaniyê polîsan gelek cih girtin dorpêçê. Pişte êrişê çalakvanan kir û gelek kes destgîrkir.

MERSÎN

Daketina nirxê lîreya Tirkî li hemberî pereyên biyanî û krîza aborî, li Pozcû ya Mêrsînê bi çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” hat şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankarta “Êdî bese, em nikarin debara xwe bikin, îstîfa bike” hat vekirin û dovîzên “Hûnê werin darizandin”,  “We herimand” û “Sedem Qesr e, Dola Encam e” hatin hilgirtin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Malên gel jî di nav de gelek kes tevlê daxuyaniyê bûn.

Polîsan êrişê girseyê ku xwest bimeşe kir. Li wir Serokê TÎP’ê yê Bajarê Mêrsînê Ûgûrcan Esîroglû, endamên TÎP’ê Alîcan Coşkûn û Sergen Gerger bi derbkirinê re hatin destgîrkirin.

AMED

Di çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” ya li Meydana Seyîd Riza hat lidarxistin de Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyarkir ku ji bo kulmek sermayedar bêkarî û hejarî li gel tê ferzkirin. Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser girîngiya têkoşîna bi hevre ya yên dibêjin em nikarin debara xwe bikin.

Berdevkê Demê yê Platformê Mehmet Ceylan li wir axivî û got, “Dibe tiştên ku dibêjin ji bo kulmek sermayedar û şîrketên hevkar rast be. Lê bêkarî û giranî ji bo kedkaran û gel mezin dibe, deyn û fatûra zêde û giran dibin.”

Ceylan di dewamê de diyarkir ku hêza kirînê ya gel kêm dibe û piştî dayina hin mînak yên di vê çarçoveyê de got ku jiyankirina li hemberî van buhabûnan ne pêkan e.

Piştre Ceylan bi çend xalan daxwazên xwe anî ziman.