Li Tirbespiyê çeteyan alavên gel yên av û telefonan dizîn

Li Tirbespiyê çeteyan alavên gel yên av û telefonan dizîn

Hate ragihandin ku komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê  hemû alavên postexaneya gundê Ebû Firie û dînamoyên avê yên gundê Sofiya yên dikevin başûrê Tirbespiyê dizîn, lewre jî gund bê av û telefon mane.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku komên Çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê beriya demekê êrîşî gundên herêma başûrê Tirbespiyê kirin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê pêşiyê gund vala kirin û piştre jî dest bi dizî û talanê kirin.

Gundiyên gundê Ebû Firie diyar kirin ku çeteyan hemû alavên postexaneya gundê wan dizîne. Gundiyan gotin ku diziya alavan bûye sedem ku tora telefonên li herêma başûrê Tirbesipiyê qut bibe.

Şêniyên gundê Sofya destnîşan kirin ku komên çete dînamoyên ava vexwarinê yên gundên Sofya, Mir û Hiriyat jî dizine û gelek gundên herêma başûrê Tirbespiyê bê ava vexwarinê mane.

Komên çete yên DAIŞ’ê ku ev demeke li herêmê êrîşan pêk tînin gundê Mezlûma jî şewitandinbûn û Dêra Suryaniyan a gundê Xerdûga jî hilweşandibûn.