Li Tilzêrînê dê ji bo windayan kolandin bê kirin

Li Tilzêrînê dê ji bo windayan kolandin bê kirin

Ji bo zelalkirina aqûbeta A.Vahap Ateş, Mehmet Emîn Abak û Yusuf Tunç ên di navbera salên 1994 û 1995'an de li Qoserê di bin çavan de hatibûn windikirin sibê dê li derdora gundê Tilzêrinênê kolandin bê kirin. Li ser mijarê daxuyaniyek hat dayîn ji aliye saziyan ve. Li ser mijarê  Kaymaz  axivî, xwest ku hikûmet ji bo zelalkirina aqûbeta windayan vîn nîşan bide û berpisyaran bidarizînê.

Welatiyê bi navê A. Vahap Ateş li gundê Kirkkuyu ya Qoser a Mêrdînê di 14'ê hezîrana 1994'an de ji aliyê leşker û kesên sivîl ve, welatiyê bi navê Mehmet Emîn Abak li gundê Hanîkaharzema (Eroglu) Qoserê di 14 çileyê 1995'an de ji aliyê leşkeran ve û welatiyê bi navê Yusuf Tunç jî li gundê Kerengo ya Qoserê di encama serdagirtina malê de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û êdî ji wan tu agahî nehatin girtin.

Li gel ku hemû serdanên hiqûqî heta niha tu encam nehatin girtin. Piştî ku ev demeke tu encam nayên girtin, Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî daxuyand ku sibê di bîrên avê yên xwezayî de ku li nêzî gundê Tilzêrînê ne, li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Qoserê saet di 09:00'an de kolandin dê bê kirin.

'BILA BERPISYAR BÊN DARIZANDIN'

Li gel vê geşedanê Rêxistina BDP'ê ya Qoserê jî ji bo balê bikişîne ser aqubeta windayan bi tevlîbûna KCD, MEYADER, TUHAD-DER, Nuda KURDÎ-DER, HDP, MKM, ÎHD, MADAY-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesan li Qada Azadiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de sloganên "Şehîd namirin", "Şehîdên me rûmeta me ne" hatin qêrîn. Serokê Rêxistina BDPê yê Mêrdinê Reşat Kaymaz destnîşan kir ku, divê li dewlet bi rastiya windayan re hevrû bibe û da zanîn ku meselaya windayan di encama polîtîkayên dewletê yên bi zanebûn derketiye holê. Kaymaz xwest ku, hikûmet ji bo zelalkirina aqûbeta windayan vîn nîşan bide û berpisyaran bidarizînê.

Daxuyanî bê bûyer bi dawî bû.