Li Tiltemirê komên çekdar 2 gundî kuştin

Li Tiltemirê komên çekdar 2 gundî kuştin

Gundê Xêbiş ê girêdayî bajarê Tiltemir ji aliyê helîkopterên rejîma Baasê ve bi hinceta ku komên çekdar lê hene, hate bombebarankirin. Piştî bombebaranê vê carê komên çekdar bi hinceta ku agahî dane dewletê êrîşî gundiyan kirin. Di encama êrîşê de 2 gundî hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, gundê Xêbiş ê li ser riya Helebê  û 2 kîlometre dûrî navenda Tiltemir e, duh êvarê ji aliyê helîkopterên rejîma Baas ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de tiştek li tu kesî nehat.

Piştî bombebaranê vê carê koma çekdar ku demek beriya niha ketibû gund êrîşî gundiyan kir. Koma çekdar bi hinceta ku gundiyan agahî daye dewletê, gule li gundiyan barandin. Gundiyan jî bersiv da komê. Hate ragihadin ku, di encama pevçûnê de 2 gundiyên ku navên wan nehatin hînbûn jiyana xwe ji dest dane.

Hate ragihandin ku, li gund bêdengî heye, lê alozî jî didome.

Li gundê Xêbiş embarên genim hene û demek beriya niha komên çekdar ketibûn van embaran, her wila li dora gund bicih bibûn.