Li Tilebyedê kampanya ‘azadiya Ocalan’ berdewam dike
Li Tilebyedê kampanya ‘azadiya Ocalan’ berdewam dike
Li Tilebyedê kampanya ‘azadiya Ocalan’ berdewam dike
Kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên di zindanê Tirkiyeyê de berdewame, di vê derbarê de li Mala Gel ya Tilebyedê civînek hate lidar xistin.
Mala Gel ya bajarê Tilebyedê di çarçova kampaniya berhevkirina îmzeyan de ji bo azadiya Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan, ji girseya gel re civînek lidarxist . Di civînê de Xalid Kitî li ser navê Meclîsa Gel a Tilebyedê, Bedîa Tilebyed li ser navê Yekîtiya Star, Ednan Kobanê li ser navê TEV-DEM'ê û Îsmaîl Şêran li ser navê Mala Gel a Tilebyedê, di derbarê girîngiya kampaniyayê de ji girseyê re axivîn.
Paşê bi sedan kes ji hemû pêkhateyên bajêr ji bo azadiya Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan îmzeyên xwe avêtin, her wiha ciwanan jî li ber awazên stranên şoreşgerî dîlan girêdan.
Hêjayî gotinê ye ku, kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gel Kurd Abdulah Ocalan li Kobanê û Herêma Firatê hîna berdewame.