Li Tetwanê di serdegirtinên malan de terora polîsan!

Li Tetwanê di serdegirtinên malan de terora polîsan!

Li Bêdlîs û navçeyên wê di çarçoveya li hember "qeçaxtiya çekan" de tîmên taybet ên avêtin ser malekê, teror meşandin. Deriyê malê şikandin û di hundirê malê de gule berdan. 

Îna bihurî li Bêdlîs û navçeyên wê di çarçoveya li hember "qeçaxtiya çekan" polîsan bi awayekî hemwext girtin ser gelek malan û nêzî 30 kes hatin binçav kirin. Yek ji wan malan jî mala Îhsan Yoldaş a gundê Kizvak ê girêdayî Tetwanê ye. Binevş Yoldaş a 48 salî diyar kir ku saet 05.00'ê sibê dema nimêj dikir, di carekê bêyî ku firsendê bibîne derî veke tîmên taybet derî şikandine û ketine hundirê mala wan û êrîşî hevserê wê kirine. 

'DI HUNDIRÊ MALÊ DE GULE BERDAN'

Binevş Yoldaş axaftina xwe wiha berdewam kir, "Rûyê wan girtîbû. Me nizanîbû polîs an jî leşker in. Yekî ji wan bi qiriqa hevserê min girt. Kurê min ji wan re got, 'Bê hurmetiyê li hember bavê min nekin.' Ji ber vê yekê êrîşî kurê min jî kirin. Di wê kêliyê de dengê çekan hat." 

'DERIYÊ ODEYA KU JIN LÊ RADIZAN ŞIKANDIN' 

Yoldaş anî ziman ku, tevî tu zehmetî ji polîsan re dernexistibûn jî rastî şîdeta polîsan hatin û ev xusûs anîn ziman, "Gotin, em ê li mala we bigerin. Deriyê odeya ku bûka min û neviyên min lê radizan şikandin." Yoldaş diyar kir ku di lêgerîna de polîsan tiştek li mala wan nedîtiye û kurê wê Aydogan Yoldaş ê 19 salî bi xwe re birine û piştî demekê berdane." 

JI ÎHD'Ê NERAZÎBÛN

Piştî serdegirtinê nûnerê Bêdlîsê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)'ê Hasan Ceylan, Serokê Rêxistina Bajêr a BDP'ê Mehmetcan Demîr, Serokê Rêxistina Bajêr a Tetwanê ya BDP'ê Kemal Kiliçkiran û Rêveberê ÎHD'ê Vahît Fîdan çûn serdana malbatê. Nûnerê ÎHD'ê yê Bêdlîsê Hasan Ceylan piştî lêkolîna di malê de ku raporek nivîsandin, li hemberî tiştên rû dane nerazîbûn nîşan da û anî ziman ku ev xusûs bi qanûnên dewletê re jî bi nakok in. Ceylan wiha axivî, "Jixwe di vê pêvajoyê de ev dîmen nayê qebûl kirin. Em qebûl nakin tiştên wiha li Bedlîsê rû bidin. Di pêvajoya em têde gelek lîstik li ser Bedlîsê hene. Me heman şîdeta dewletê di rojên borî de jî dît. Êrîşî goristanan kirin û îro jî êrîşî hemwelatiyên bê guneh dikin. Wek parêzvanên mafê mirovan em vê bûyerê şermezar dikin." 

Piştî Ceylan Serokê Rêxistina Bêdlîsê ya BDP'ê Mehmet Can Demîr jî got, "Em vê bûyerê rast nabînin. Malbat aşkera rastî şîdetê hatiye. Em wer difikirin ku di vê pêvajoyê de pêkanînên wiha bi zanebûn tên kirin û em ê li ser bûyerê bisekinin. Em heta dawiyê ligel malbata xwe ne." 

Malbatê got ku, ew dixwazin rayedar bi mijarê re eleqedar bibin.