Li Tekîrdagê munîbûsê karkeran li hev ketin: 25 birîndar

Li navçeya Ergene ya Tekîrdagê du munîbûsên ku karker hildigiritin bi hev ketin, 25 kes birîndarbûne.

Li taxa Ulaşê ya Ergene ya Tekîrdagê du munîbûsên ku karkerên febrîkayê hildigirtin li hev ketin û di encama qezayê de 25 kes birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Çorluyê, jandarma têkilî qezayê lêpirsîn da destpêkirin.

Di dema rêveberiya AKP'ê de 22 hezar karker mirin. 

Li gorî Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar Mijdarê bi kêmanî 154 karker, di 10 mehên pêşî yên salê de jî bi kêmanî 1797 karker li ser kar mirin.