Li Tekîrdagê êşkence didome

Diya Ismaîl Kara Sabîha Kara, ku kurê wê di girtîgehê de kete 18 saliya xwe, got piştî ku kurê wê hate binçavkirin 7 mehan êşkence ditiye.

Qerdiyanên Girtîgeha Tîpa T a bi Nimroya 1 a Tekîrdagê 27’ê Îlonê bi ser koxuşan de girtin, li girtiyên siyasî xistin. Diya Ismaîl Kara ê 18 salî Sabîha Kara, got li ser laşê kurê ku pir lêxistine şop hene.

Kara ku 3’yê Cotmehê bi kurê xwe re bi telefonê axivî got rewşa tendirustiyê yê kurê wê ne baş e. Dayik Kara got, ‘’Dengê kurê min ne baş bû. Ji ber lêdana ku lê kirin serê wî hê diêşiya. Got qerdiyanên ku lê xistine gef lê xwarine.  Ismaîl dema ku tiştên bi serê wî hatin vegotin bi carekê re telefon hate girtin.’’

ÊŞKENCEYA BÊ NAVBER

Kara diyar kir ku Isamîl ê ku ev 7 meh in girtî ye, dema ku hatiye binçavkirin tim êşkence lê hatiye kirin û wiha domand: ‘’Kurê min dema ku hatî binçavkirin 17 salî bû. Li gel vê jî ew birin Qereqola Gaziyê û lêxistin. Dema ku di bin çav de bûye polîsan bi qundaxa çeka xwe li zeniya wî xistine, li gel ku ev 7 meh di ser re derbas bûne jî hê şopa wê neçûye. Dema ku birin girtîgeha Silîvrî bi Nimroya 6 ew tazî kirine, êşkence lê kirine û birine odeya bi singer. Niha li Girtîgeha Tîpa T a Nimro 1 a Tekîrdagê lêdixin.’’

Kara ku hêstirê çavan dibaran got ewlehiya jiyanê ya kurê wê û hevalên wî nîn e. Kara ya ku serî li ÎHD’ê dayî xwe hazir dike ku gilhê rêveberiya girtîgehê û qerdiyanan bike.

CEZA NEDAN ÊŞKENCEYÊ DANA BERTEKAN

Di vê navberê de 6 meh cezayê hevdîtina mehane dane xalê girtiyê bi navê Mert Avci, Uner Ayna. Ayna ku di heman demê de wasîsê Avci ye 5’ê Cotmehê ji bo xwarzêyê xwe bibîne çû Girtîgeha Tîpa T, Nimro 1 a Tekîrdagê. Ayna derbarê mijarê got, ji ber ku li dijî lêxistina qerdiyanan a li xwarziyê wî helwest nîşan daye 6 meh cezayê hevdîtinê dane wî.

Ayna diyar kir ku helwesta xwe dema ku bi xwarziyê xwe re li pişt camê bi telefonê axiviye nîşan daye û got axaftinên wan hatine gudarîkirin û ceza danê. Di biryara qedexeya hevdîtinê de îmzeya Midûrê Girtîgehê Selçûk Sucu heye. Sedema wê jî wiha nîşan dan ku xwarziyê Uner Mert Avci û hevalê wî yê koxuşê heqaret li serekqerdiyanê bi navê Yunus As kirine.