Li Tehranê rewşenbîr ji bo Kobanê ketin greva birçîbûnê
Li Tehranê rewşenbîr ji bo Kobanê ketin greva birçîbûnê
Li Tehranê rewşenbîr ji bo Kobanê ketin greva birçîbûnê
Parêzer û parêzvana mafên mirovan a Îranî Nasrîn Sotoudeh daxuyaniyek da malpera înternetê ya Femînîst Perspektîf a li Swêdê tê weşandin û diyar kir ku ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Kobanê wan dest bi greva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirine.
Di nûçeya li malperê hat weşandin de tê gotin ku tevî Sotoudeh, nivîskar, rojnamevan, hunermend, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan ên Îranî tevlî grevê bûne.
Sotoudeh bi rêya telefonê daxuyanî da malperê û got, "Barbariya DAIŞ'ê ne tenê li hemberî Kurdan, gefek li dijî tevahiya mafên li cîhanê ye. Bi vê kampanyayê re em dixwazin balê bikşînin ser xeteriyê û em bang li tevahiya cîhanê dikin ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê bikevin nava tevgerê."