Li taxa Tekel a Farqînê terora tîmên taybet

Li navçeya Amed Farqînê, tîmên taybet avêtin ser gelek malên li Taxa Tekelê. Hat ragihandin ku di dema serdegirtinê de tîmên tevgera taybet, li gelek kesan dane û ew girtine binçavan.

Li gorî agahiyên ji aliyê wekîla Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner ve hatin dayîn, tîmên tevgera taybet ên bi wesayîtên zirxî ketin nava taxa Tekelê, avêtin ser gelek malan. Di dema serdegirtinan de tîmên taybet li welatiyên li nava malan xistine û gelek girtine binçavan.

Ji navçeyê, car carna dengê çekan tê. Artêşa Tirk jî gelek caran topan diavêje taxan û bi doçka guleyan direşîne. Tevgera pêgerên hewayî yên bêmirov ên kefşê jî li ser navçeyê dewam dike.