Li Taxa Kurdan Şêxmeqsûdê pevçûn
Li Taxa Kurdan Şêxmeqsûdê pevçûn
Li Taxa Kurdan Şêxmeqsûdê pevçûn
Hêzên rejima Baas di demjimêrên nîvê şevê de êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derket. Di encamê de kuştî û birîndarên rejimê çêbûn.
Hêzên rejima Baas duh di demjimêrên nîvê şevê de ji herêma Mexselet El-Cezîre êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin û hewildan bikevin taxê. Di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin û di encamê de kuştî û birîndarên rejimê çêbûn.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di dema êrîşan de artêşa rejîma Sûriyeyê taxa Şêxmeqsûd bi topên hawanê topbaran kirine û ziyana madî li avahiyan rûdaye.
Hate diyarkirin ku, aloziya li herêmê hêj didome.