Li Taxa Kanarya gumana provokasyonan
Li Taxa Kanarya gumana provokasyonan
Li Taxa Kanarya gumana provokasyonan
Hat ragihandin ku polîs û jendermeyan ji derve de komên faşîst û alîgirên DAIŞ tîne taxê û niştecihên taxê bi gumana provokasyonan nobetê digirin.
Li gor agahiyên ku niştecihekî taxê dan ANF’ê li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmece gumana provokasyonan serwer e.
Li taxê ku ev du roj in, komên ulkucî û alîgirên DAIŞ’ê sewqî taxê tên kirin, niştecihên taxê bi gumana provokasyonan nobeta xwe digirin û kontrolên ciwanan jî dewam dikin.
Li Taxa Kanarya ku polîs û jenderme nikarin bikevin taxê hat ragihandin ku tevayî gelê li Taxa Kanarya ji bo Kobanê rabûye ser piyan.
Niştecihê taxê diyar kir ku tansiyona li taxê pir zêde ye û xwest tevayî saziyên demokratîk û yên mafê mirovan hestyar bin.