Li taxa Gazî êrîşa çekdarî: kesek mir kesek birîndar bû
Li taxa Gazî êrîşa çekdarî: kesek mir kesek birîndar bû
Li taxa Gazî êrîşa çekdarî: kesek mir kesek birîndar bû
Li taxa Gazî ya Stenbolê duh bi şev 2 welatî rasti êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar hatin. Di êrîşê de welatiyê bi navê Erdal Arslan jiyana xwe ji dest da.
Şevê din li taxa Gazî ya Navçeya Sultangaziyê welatiyên bi navê Erdal Arslan û Serkan Ozcan rastî êrîşa çekdarî ya kesên nasnameya wan nediyar hatin. Di êrîşa çekdari de welatiyê bi navê Arslan û Ozcan birîndar bûn. Arslan, li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Rewşa Ozcan jî giran e.