Li Tarsûsê 8 kes hatin girtin

Li navçeya Tarsûs a Mêrsînê ji 14 kesên berî 4 rojan hatibûn destgîrkirin 8 kes hatin girtin.

Ji 14 kesên berê 4 rojan di serdegirtina malan ya li Tarsûsê de hatibûn destgîrkirin 8 jê bi îdîaya tevlî çalakiyên Kobanê ya sala 2014’an bûne, bi îdîaya ‘propangandekirina rêxistin’ û ‘endamê rêxistinê’ hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tarsûs a Mêrsînê ku bi rê ve dibe de, derbarê 14 kesên di serdegirtinên 26’ê Mijdarê de hatibûn destgîrkirin ku sewqî Edliyeya Tarsûsê hatin kirin, serdozgeriyê bi hinceta tevlî çalakiyên piştgiriya Kobanê ya sala 2014’an bûn, bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistin’ û ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn da destpêkiri.

Piştî karûbarên dozgeriyê zarokê bi navê M.N hate berdan û dîsa 5 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 8 kesên mayîn bi îdîaya ‘propagandakirina rêxistin’ û ‘endamtiya rêxistinê’ bi daxwaza girtinê sewqî 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin. Dadgehê biryara girtina Hamîd Akbay, Cîhat Aslan, Îsmaîl Çîtçî, Mûhamed Tûlîn, Yilmaz Baran, Cîhan Baran, Ahmed Ayhan û Fazîl Sancû da.