Li Taksîmê pevçûnan dîsan destpê kir

Li Taksîmê pevçûnan dîsan destpê kir

Welatiyên li koçeyên Kolana Îstîklalê hatin cem hev û xwestin ber bi Qada Taksîmê ve bimeşin rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê hat. Kolana Îstîklalê ji ber bombeyên gaza zêde di bin ewr de ma.

Çalakiyên li dijî hilweşandina Parka Gezî yên duh heya êvarî ligel êrîşa polîsan berdewam kir û şevê din heya serê sibê domkiribû. Serê sibê welatiyên şevê li koçeyên Kolana Îstîklalê şeva xwe derbas kirin hatin cem hev û xwestin derkevin Taksîmê. Lê polîsan dîsa bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî welatiyan kir. Ji ber bombeyên gazê yên gelek zêde ji aliyê polîsan ve hatin bikaranîn ewr pêk hat.

Li Kolana Îstîklalê û koçeyan pevçûn berdewam dikin.