Li Sydney û Budapeşte ji bo Kobanê çalakî
Li Sydney û Budapeşte ji bo Kobanê çalakî
Li Sydney û Budapeşte ji bo Kobanê çalakî
Li bajarê Avustralya Sydney û paytexta Macarîstanê Budapeşte çalakiyên xwedîderketina li Kobanê hatin lidarxistin.
SYDNEY
Li bajarê Avustralya Sydney îro saet 08.00’an li Townhall çalakiyek hat lidarxistin. Di mîtîngê de bêdengiya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de greva birçîbûnê ya du rojan hat destpêkirin dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Teqez komkujiyê rawestînin”, “Ji bo Kobanê alîkarî bikin” û “Bijî Serok Apo” gotin.
Amadekarên çalakiyê li Kurdistaniyên li derdora Sydney dijîn banga piştgirî bidin çalakiyê kirin.
BUDAPEŞTE
Li paytexta Macaristan Budapeştê ji bo xwedî li berxwedana Kobanê derkevin meşek hat lidarxistin. Meşa duh bi şev hat lidarxistin dostên Kurd ên Macarî jî tevlî bûn. Meşa heya Parlamentoya Macar dewam kir belavok jî hatin belavkirin.
Di meşa li ber Parlamentoya Macarîstanê bidawî bû bêhelwestiya raya giştî ya cîhanê li hemberî êrîşên ser Kobanê nerazîbûn hat nîşandan. Dosyayeke daxwaza girtina ewlehiyan di nav de radestî parlamentoyê hat kirin.
Meş bi axaftina Hozan Şemdîn a der barê hovîtiya di tevahiyê dîrokê de li hemberî Kurdan tê meşandin û xwendina sirûda Çerxa Şoreşê, xwendina belavokê bi dawî bû.