Li Swîsreyê xwepêşandana herî mezin a li dijî faşîzmê

SKYP li temamî Ewrûpayê bi şîara ‘Em li Tirkiyeyê rê nadin faşîzm û dijminatiya li hemberî jinan’ ew ê di 2’ê Hezîranê de meş û mîtîngekê li dar bixe.

HDK-A, Basta, KKP, Federasyona Elewiyan, ÎDHF, ÎGÎG, SKB û gelek saziyên Tirkiyeyê û yên Swîsreyê piştgiriyê didin xwepêşandana li Baselê.

Partiya Veavakirina Sosyalîst (SYKP) ya Ewrûpayê di çarçoveya kampanyaya ‘Em ê li hemberî faşîzmê û serdestiya mêran, bi giyanê jinê li ber xwe bidin’ di 2’ê Hezîranê de ew ê li bajarê Baselê yê Swîsreyê mîtîngekê li dar bixe.

Koordînasyona Ewrûpayê ya SYKP diyar kir ku rojeva sereke ya mîtîngê ev e ku ew balê bikêşin ser serdestiya mêran a ku li Tirkiyeyê û li her dera cîhanê zêdetir dibe.

SYKP’ê diyar kir ku mîtînga ku beriya hilbijartina zordest a li Tirkiyeyê pêk tê ew ê karibe bersivekê bide pêvajoya hilbijartinê jî. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesên ku li faşîzmê demokrasiyê, li hemberî şer aştiyê û li hemberî qedexeyan azadiyê diparêzin dikarin tevlî mîtîngê bibin.

PIŞTGIRIYEKE XURT

Ew ê hêzên demokrasiyê yên Swîsreyê jî piştgiriyeke mezin bidin mîtîngê. Basta, Koma Jinan a Schamlosê, HDK-Swîsre, HDK-Basel, Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê, KÛTÛSCH jî tê de gelek sazî piştgiriyê didin mîtîngê.

Meş û mîtîng ew ê di 2’ê Hezîranê de saet di 16.30’an de li Basel Claraplatzê were destpêkirin. Piştî axaftinan ew ê girse ji ser Mîttlere Brucke ber bi Markplatzê ve bimeşe.