Li Swîsreyê wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de deng werin bikaranîn
Hilbijêrên li Swîsreyê dijîn, wê ji bo hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên dema 26'an, di navbera 8-25'ê Cotmehê de wê dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, dema dengdayînê ya hilbijêrên li Ewropayê zelal dibe. Li gorî agahiyên zelal bûne, hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn, wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de 17 rojan dengê xwe bi kar bînin.
Hilbijêr wê li Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Bernê, Serkonsolosxaneyên Zurîch û Cenevreyê li 7 sindoqan dengê xwe bi kar bînin. Ji bo dengdayînê jî divê heta 10'ê Îlonê lîsteya qeyda hilbijêran a derveyî welat kontrol bikin. Ji bo kontrolkirina qeyda hilbijêran wê avahiyên sefaretxaneya bilind û konsolosxaneyan ji saet 10:00 heta 14:00 vekirî bê hiştin.
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve tên nûkirin, li Swîsreyê 91 hezar 647 Kurdistanî û Tirkiyeyiyên mafê wan ê dengdayînê heye, dijîn.
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de her çend asta hilbijêrên çûn ser sindoqan ne li gorî dihat hêvîkirin bû jî, li gorî encamên fermî HDP weke partiya yekemîn li Swîsreyê derketibû pêş.