Li Swîsreyê semînerên  ‘zayendpareziya civakî’ û ‘xwe parastin’

Li Swîsreyê bi pêşengtiya jinan ‘zayendparêziya civakî’ û ‘xwe parastin’ hate gotûbêj kirin.

Li bajarên Lûzern, Lozan û Basel ên Swîsreyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinê semînerên bi mijara ‘zayendparêziya civakî’ û ‘xwe parastin’ hate lidarxistin. Semîner li Navenda Civaka Demokartîka Kurd hate lidarxistin û  pirsgirêka jin û zilam hate gotûbêj kirin.

‘ÎDEOLOJIYA SERWER DI NAVA HEV DE NE...’

Di semînerê de bal hate kişandin li ser têkoşîna jinê ku her diçe zêde dibe û şideta li ser jinan kêm nabe. Hate gotin ku zimanê siyasetê ya cîhanê jî bûye zimanê zayendparêzî ya zilam û mînaka vê ya herî berbiçav jî Trûmp, Pûtîn û Erdogan hate nîşandan.

‘ŞIDET TÊ VEŞARTIN’

Di semînerê de hate gotin ku di şexsê DAIŞ’ê de sistema jina kole ji nû ve li ser jinan tê sepandin û şideta di nava malbatê de jî tê veşartin.

Di axaftinên di semînerê  de hate gotin ku di tevgera azadiya Kurd de mînaka  pîvanên jiyana hevpar a azad, di nava giştî civakê de hê bêhtir pêwîste bibe mal.

Li aliyê din di 25’ê Mijdarê de li Zurîhê di seat 16:30’an de li navnîşana Leonhardstrasse 34, 8092 Zurîch  de wê bi meşekê şideta li ser jinan were protesto kirin.