Li Swîsreyê, li ser rewşa Ocalan dosya hate pêşkêşkirin

Li bajarê Bern ê Swîsreyê, li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dosyayek radestî Wezareta Karên Derve hate kirin.

Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Bern ê Swîsreyê dijîn, dosyayek li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan radestî Wezareta Karên Derve kirin.

Bi dehan kesên li ber avahiya Wezareta Karên Derve li hev civiyan, mîtîngek pêk anîn.

Li ser biryara polîsên Swîsreyê ya ji bo astengiya çalakiyê, Kurdistaniyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di encama hevdîtinan de Kurdistaniyan mîtînga xwe dewam kirin. Kurdistaniyan li vir ragihandin, ku heta agahiyekê li ser ewlekarî û jiyana Ocalan bigirin, wê her roj li qada bin.

Heyetek bi navê çalakgeran, dosyayek li ser rewşa Ocalan radestî Wezareta Karên Derve kir. Piştre çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.