Li Swîsreyê Kurdan bang kir: Ji Ocalan re azadî!
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd protesto kirin.
Di salvegera Komloya 9’ê Cotmehê de Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijin ji bo azadiya Ocalan daketin qadan û tecrîd protesto kirin.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan ya Swîsre û Tevgera Jinên Kurd a Swîsre bi dirûşmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ li bajarê Basel ê Swîsreyê meş hate lidarxistin.
Meş ji Theodorskîrchplatzê destpêkir. Di meşê de pankarta bi zimanê Elmanî ‘Ji Ocalan re Azadî’, ‘Tecrîd wê bê şkandin’ hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî, ‘PKK Tohildan’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berz kirin.
LI DIJÎ HÊZÊN KOMPLOGER GEL BI HÊRS BÛ
Di meşê de li dijî Tirkiye û hêzên ku di komploya navnetewî de rol girtine hêrseke mezin hebû û ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Ciwan fedayîyê Apo ne’ û ‘Tolhildan’ qîr kirin.
Girseya gel di beşek ya meşê de rê ji trafîkê re girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Li dijî tecrîda li ser Ocalan û dewleta Tirk a qetilkir dirûşme hatin berzkirin. Di meşê de ji bo balkişandana li ser tecrîda li dijî Ocalan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
‘TÊKOŞÎNA ME WÊ OCALAN AZAD BIKE’
Piştî meşê li Barfusserplatzê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistan ya Swîsreyê (NCDK-S) Cûma Allak axivî û komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir.
Allak got dewletên ku di komploya navnetewî de rol girtin îro di tecrîda li ser Ocalan de jî rol digrtin û wiha domand; “Çi bikin bila bikin nikarîn pêşiya têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd bigrin. 40 mîlyon Kurd li her derî li berxwe dide. Ciwanên Kurd, jinên Kurd îro li her cihê cihanê liberxwe didin. Yên ku dixwazin Kurdan tune bikin wê li dijî berxwedana ciwanên Kurd di qirêjiya dîrokê de werin hiştin. Bila hemû kes bizanin kes nikare roja me tarî bike û hêza tu kesê jî têrê nake. Em ê destûr nedin ku tu hes roja me tarî bike.”
‘DIVÊ CPT Û EWROPA ERKA XWE PÊK BÎNE’
Allak got îro îradeya 40 mîlyon Kurd tê tecrîdkirin û wiha got; “Ji bo azadiya Ocalan çi bedel pêwîste be em amadene bidin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe wê têkoşîna me bidome. Li vir em carek din bang dikin; Serî de CPT û hemû rêxistinên mafê mirovan û Ewropa bila erka xwe pêk bînin û li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê.”