Li Swîsreyê dengdan didome
Li Swîsreyê dengdan di roja 5. de didome. Di daxuyaniya ku ji aliyê Platforma Hilbijartinê ya Swîsre ve hat dayîn bang li hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî hat kirin ku di bin her şert û mercî de biçin ser sindoqan.

Di 4 rojên bihurî de li 3 herêman ku sindoq hatine danîn 5351 kesî dengên xwe bi kar anîne. Hat diyarkirin ku piraniya hilbijêrên ku dengên xwe bi kar anîne HDP’yî ne.
Li gor hilbijartina 7’ê Hezîranê heta niha ku asta dengdanê kêm e, tê dîtin tedbîrên li konsolosxaneyan ji yên 7’ê Hezîranê hê zêdetir in.
Li gel vê Platforma Hilbijartinê ya Swîsre ya bi armanca piştgiriya ji HDP’ê re hat avakirin, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1’ê Mijdarê di serî de li Swîsre bang li tevayî hilbijêrên li Ewropayê kir ku di nav her şert û mercî de biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
Hilbijêrên li Swîsre dawiya hefteyê jî di nav de heta 25’ê Cotmehê dikarin dengên xwe bi kar bînin.