Li Swîsreyê coşa HDP'ê

Hevserokê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê Dervîş Arik diyar kir, ku hilbijêrên li Swîsreyê bi eleqeyeke mezin nêzî HDP'ê dibin.

Tevlîbûna HDP'ê li hilbijartinên giştî weke partiyê, di nava hilbijêrên li Swîsreyê de rê li ber coşeke mezin vekir. Hevserokê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê Dervîş Arik diyar kir, ku hilbijêrên li Swîsreyê bi eleqeyeke mezin nêzî HDP'ê dibin û got, "Her dengê ji Ewropayê ji HDP'ê re biçe, xwedî wateyeke mezin e. Divê her kesê alîgirên demokrasî, aştî û azadiyê bi berpirsyariyeke mezin xwedî li dengên xwe derkeve û tercîha xwe ji bo HDP'ê bikar bîne."

Hilbijartinên parlamenteriyê yên dema 25'an mîna li Tirkiye û Kurdistanê, li Ewropayê jî di nava hilbijêran de ji niha ve xwe dide hîskirin. Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku weke partî beşdarî hilbijartinan bide, tê payîn ku hilbijêrên ji beşên cuda yên civakê yên alîgirên demokrasî û azadiyê, tecrîha xwe ji bo HDP'ê bikin. Weke li welatên din ên Ewropayê li Swîsreyê jî rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên siyasî li hev civiyan û ji niha ve dest bi xebatên hilbijartinê kirin.

Der barê xebatên hilbijartinê yên li Swîsreyê destpê kirin de Hevserokê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk li Swîsreyê Dervîş Arik ji ANF'ê re axivî. Arik da xuyakirin ku ji bo hilbijêrên wê di 8-31'ê Gulanê de li Serkonsolosiyên Tirkiyeyê yên li bern, Cenevre û Zurichê dengê xwe bikar bînin, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di nava Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsreyê de cih digirin û saziyên din ên ji beşên cuda yên civakê, ji bo HDP'ê dest bi xebateke berfireh kirine.

LI HER QADÊ KOMÎSYONÊN HILBIJARTINÊ

Arik da zanîn ku gel komîsyona hilbijartinê ya navendî, li 3 herêmên Basel, Zurich û Bernê, rêxistinan komîsyonên hilbijartinê ava kirine û got, "Ji bilî van herêmên navendî, li her qadê rêxistinên girseyî yên demokratîk komîsyon ava kirine û ji niha ve dest bi xebatên hilbijartinê kirine." Arik anî ziman ku li gel van komîsyonên hilbijartinê, gelek komîsyonên herêmî yên weke Mereşî, Rihayî, Semsûrî jî ava bûne, xebatên hilbijartinê dimeşînin, her wiha li Baselê wê di rojên pêş de buroya hilbijartinê were vekirin.

DESTEKA JI HER DERDORÊ

Arik ragihand ku HDP'ê her kesê alîgirê demokrasî, azadî û aştiyê li hev civandiye û diyar kir ku Suryanî, Ermenî, Elewî û hilbijêrên ji hemû gel û baweriyan wê tercîha xwe ji bo HDP'ê bikar bînin. Arik da xuyakirin, ku polîtîkaya HDP dimeşîne bi qasî li Tirkiyeyê li nava hilbijêrên li Ewropayê jî hêviyeke mezin afirandiye û got, "Di xebatên heta roja îro de em li eleqeyeke mezin rast tên. Li her malê, di sohbeta bi her hilbijêrî de em dibînin ku êdî gel xwe li AKP û partiyên din ên sîstemê nema dikare rabigire."

'GIRÎNG E HER KES BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE'

Arik diyar kir ku yên di navbera 8-31'ê Gulanê (dawiya hefteyê jî di nav de) saet di navbera 10:00-19:00 de li Serkonsolosiyên Tirkiyeyê yên li Bern, Cenevre û Zurichê dengên xwe bika bînin, divê qeyda lîsteya hilbijêran kontrol bikin û got, "Ji bo deng bikar bîne, şert e ku di Lîsteya Hilbijêran a Derveyî Welat de qeydkirî be. Ev lîste jî di malpera înternetê ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind de dikare bê kontrolkirin. Yan jî ji bo hînbûnê dikare serî li navendên têkiliyê yên li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk hatine avakirin were dayîn û alîkarî bê xwestin."

Arik ragihand ku her welatiyên Tirkiyeyê yên li Lîsteya Hilbijêran a Derveyî Welat qeydkirî mafê xwe yê bikaranîna dengan heye û bang li her kesî kir ku di demên bikaranîna dengan de bi berpirsyarî tevbigerin.

'NAVNÎŞANA ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN HDP YE'

Arik da xuyakirin ku hilbijartinên parlamenteriyê yên dema 25'an ew gelekî girîng dibînin û ew ê di xebatên xwe yên li Swîsreyê de giraniyê bidin ser hibijartinê. Arik diyar kir ku her mirovên bindest, tine tên hesibandin û mexdûr dikarin xwe bi HDP'ê re îfade bikin û got, "Siyaseta qirêj a AKP'ê ya 12 salan wê bi HDP'ê re bi dawî bibe. Hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê wê bi HDP'ê re çareser bibin."