Li Swêdê pîrozbahiyên Şoreşa Rojava

Li çend navendên cûda yên Swêde 6’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehe bi coşiyekê hate pîroz kirin.

HELSÎNBORG

Li Helsînborgê a Swêdê li Kurdistanî li parka Furutorpsgatanê kom bûn û şoreşa Rojava pîroz kirin.

Di şahiyê de nûnera PYD’ê yê li Swêdê Stêr Kardoxî axaftinek kir. Kardoxî  got,’’Heke ev tevger û çerx nehatiba gerandin îro wê tiştekî bi navê Kurdan, ti destkeftiyên Kurdan li Rojava neba. Ji bo vê jî em li kû dibin bila bibin hewce ye ku em li destkeftiyên Rojava xwedî derkevin.’’

Pîrozbahî bi gerandina govendê ya li ber stranên hunermend Armanc, Beytocan, Ako Şiwanî, Cemal Rojhilatî û gelek hunermendên herêmî li navenda bajêr heya bi derengiya şevê dewam kir.

GOTEBORG

Li Goteborgê jî Kurdistanî û dostên wan li Sodra Salofjordsgatanê hatin cem hev û salvgera Şoreşa Rojavav pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê NCDK’ê Abdullah  Devecî axaftinek kir.

Devecî diyar kir ku Şoreşa rojava ne tenê ya Rojava ye, bûye şoreşa cîhanî û navnetewî. Devecî got, ‘’Ev şoreş ji bo hemû dîn, bawerî, kêmnetew, jin û tevahiya pêkhateyên li Rojhilata Navîn bûye hêvî û bawerî.’’

Devecî her wiha got, ‘’Êdî ew dem û dewran derbas bûn. Bi felsefe, bîr û baweriya rêberê gelan Rêber APO êdî Kurd ji bo xwe dixebitin, nakevin bi xizmeta dewletên dagirker. Ji bo vê jî em li kû dibin bila bibin pêwîste em li rêberê xwe xwedî derkevin.’’

Piştî axaftinan stranbêjê Swêdî Aleksander Reîngbac strana Çerxa Şoreşê got.

Koma govendê ya Sema govend gerand. Bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Şoreşa Roajva’ bername heta derengiya şevê domand.

Her wiha Duşemê li bajarê Gavlê li Sandvîkenê jî wê Şoreşa Rojava were pîrozkirin.