Li Swêdê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li bajarên Goteborg û Helsînborgê hatine şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê li bajarên Goteborg û Helsînborgê hatine şermezarkirin.
Kurdistaniyên li Borlange û Gavleyê serdana saziyên şaredariyê û medyayê kirin û têkilî tecrîdê û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan.
GOTEBORG
Kurdisyaniyên ku li navenda bajêr hatin cem hev êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ''Hevgirtina bi Mexmûr û Şengalê re'', ''Gelê Kurd ne tenê ye'' hatin vekirin, hate goitn êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û li ser Rojava ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne qut e.
Di çalakiyê de bang li gelê Kurd û dostên Kurdan hate kirin ku li dijî tecrîdê û komkujiyan dengê xwe bilind bikin û bi dirûşmeyan hate gotin,''Qatil Erdogan'', 'Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime''.
Her wiha hate xwestin ku Swêd û Yekîtiya Ewropayê bêdengiya xwe bi dawî bikin û li dijî binpêkirina peymanên navnetewî li dijî dewleta Tirk helwesta xwe zelal bikin.
HELSÎNGBORG
Li Helsînborgê jî Kurdistanî hatin cem hev, pankartên bi nivîsa, ''Dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê rawestîne'', ''Bijî xwerêveberî'' û ''Ji ocalan re azadî'' hate vekirin, her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê ahte kirin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk dengê xwe derxînin.
GAVLE
Rêveberên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk serdana du rojnameyên xwecih, Arbetarbladet ve Gefledagblad kirin û têkilî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê agahî dane.
Rêveberan ji berpirsên rojnameyan re ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan tê kirin û her wiha êrîşa leşkerî ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hatiye zêdekirin.
Rêveberên rojnameyê diyar kirin ku ew ê cih bidin mijarê.
BORLANGE
Kurdistaniyên ku pêr li ber Gara Trenê ya Borlange êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin, duh jî serdana Şaredar kirin û têkilî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê agahî dan.
Piştre jî çalakgeran serdana rojnameya Borlange kirin. Şaredar û rêveberên rojnameyê diyar kirin ku ew ê li ser mijarê rawestin.