Li Swêdê darbeya AKP-MHP'ê hate şermezarkirin

Li Swêdê, darbeya ku AKP-MHP'ê li meclîsê kir hate şermezarkirin. Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Li bajarên Stockholm û Goteborg ên Swêdê, Kurdistanî tevî dostên xwe li dijî darbeya AKP-MHP'ê daketin qadan.

STOCKHOLM

Bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Kurdistanî, şoreşgerên Tirkiyeyî, Elewî, Asûrî-Suryanî, Keldanî li pêşiya Parlamenta Swêdê li hev kom bûn û darbeya qesrê şermezar kirin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê Ridvan Altûn, ji Meclîsa Jinê ya Amara Ayşe Goktepe, Nûnerê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê Metîn Dhawî, Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat, betalkirina parlamenteriya wekîlan û girtina wan şermezar kirin û xwestin bên berdan.

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat diyar kir ku ji bo şermezarkirina êrişên zalimane yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şermezar bikin ew li hev kom bûne.

Rîazat anî ziman ku Partiya Çep wê têkoşîna li dijî hêzên faşîst tenê ji gelê Kurd re nehêlin, weke partî wê heta dawiyê têbikoşin û got, "Berpirsyariya her kesî heye. Swêd jî xwedî wê berpirsyariyê ye ku dengê xwe bilind bike. Bi navê Partiya Çep em dixwazin ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin."

Rîazat desteserkirina şaredariyên HDP'î û betalkirina parlamenteriya wekîlên HDP'î şermezar kir û xwest, siyasetmedar û parlamenterên hatine girtin bên berdan û karibin wezîfeya xwe bikin.

Nûnerê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê Metîn Rhawî diyar kir ku Leyla Guven sembola berxwedana li dijî zextê ye, girtina wê nayê qebûlkirin. Rhawî destnîşan kir ku wê heta dawiyê li ber êrişên li dijî HDP'ê rabin û piştgiriya HDP'ê bikin.

Di çalakiyê de peyamên piştevaniyê yên Komeleya Piştevaniyê û Însiyatîfa Aştiyê ya Jinan hatin xwendin û dirûşmên "Azadî ji girtiyên siyasî re", "Bimire faşîzm, Erdogan dîktator" hatin qîrîn.

GOTEBORG

Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê û Komeleya Jinan a Şehîd Sema Kurdistanî li Brûnnparkenê li hev kom bûn û tundiya li jinan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Piştevaniya navneteweyî" hate hildan, êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê bang hate kirin.

Di çalakiyê de bang li Kurdistaniyan û dostên wan hate kirin ku her hefte roja Çarşem û Şemiyê tevlî çalakiyên li Brûnnparkenê yên ji bo şermezarkirina dewleta Tirk bibin.