Li Swêdê çalakiyên ji bo Rojava

Li Swêdê çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava berbelav dibin.

Li Goteborg û Orebroyê Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.
Di çalakiyan de hate gotin ew ê li dijî êrîşên li ser destkefiyên Kurdan bêdeng nemînin û hevgirtina xwe ya bi Rojava re geş bikin.

Di çalakiya Soderhamnê de jî xebatên ji destpêka Şoreşa Rojava ve û eta niha bi beşdaran re, ku piranî Swêdî bûn, hate parvekirin.

GOTEBORG

Kurdistanî li Parka Brunn hatin cem hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava yên bi mebesta ku destkeftiyên Kurdan ji holê rake û DAÎŞ'ê xurt bikin, şermezar kirin.

Di çalakiyê de hatea gotin ne tesadûf e ku êrîş piştî civîna çar hêlî ya li Stenbolê pêk hatiye û hate gotin welatên  Rojavayî bi dirûtiyê destekê didine polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan.
Her wiha bang hate kirin ku raya giştî ya demokratîk destekê bidin Kurdan û li dij hevkariya Yekîtiya Ewropa û dewletên Rojavayî ya bi Tirkiyê derkevin.


Di çalakiyê de ya bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîteya Rojava pêk hatî bi dirûşmeyan êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin ,''Bijî Serok Apo''.

OREBRO

Li Orebroyê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojavayê Kurdistanê hate şermezarkirin.

Çalakvanan di çalakiyê de bi dirûşmeyan gelek caran gotin, 'Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime'', ''Kujer, faşîst Erdogan'', ''DAÎŞ û dewleta Tirk yek e'' û 'Bijî Serok Apo''.

Di çalakiyê de bi daxuyaniyeke çapameniyê êrîşa liser Rojava hate şermezarkirin û bang li hikûmeta Swêd hate kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava bibe xwedî helwest.

SODERHAMN

Li navenda navçeyê bi mebesta vegotina geşedanên li Rojava civîneke hewanê hate kirin. Serokê Komîteya Hevgirtina Kurdistanê Benny Gustafsson li ser projeyên piştî şoreşê yên ku rêveberiya demokratîk pêk anî agahî da beşdaran.

Gustafsson got dewleta Tirk dixwaze pergala demokratîk a li ser esasê wekhevîiyê û beşdarvan tine bike û bang li beşdaran kir, ku beşdar bi piranî Swêdî bûn, destekê bidin Rojava.

LI STOCKHOLMÊ JÎ WÊ ÇALAKÎ WERIN KIRIN

Li paytext Stockholmê jî bi mebesta hevgirtina Rojava Şemiyê wê çalakiyeke girseyî were kirin.
Piştî axaftin û muzîkê ya ku wê li ber avahiya Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Swêdê li Norrabantorgetê were kirin ber bi Meydana Norrmalstorgê wê bimeşin.

Komîteyên Rojava, rêxistina ciwanan a Partiya  Çepgir Ciwanên Çepgir, Rêxistina Ciwanan a Rêxistina Navend a Karkerên Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê diyar kirin ew ê hem li dijî êrîşên faşîst ên yên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê   berxwedana sosyalîst pîroz bikin û hem jî êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava şermezar bikin.

Çalakî bi dirûşma ''Bijî Berxwedana Rojava'' saet 13.00'an wê li Meydana Norra Bangtorgetê pêk were.