Li Swêd û Danîmarkayê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê didomin
Li bajarê Borlängeyê Swêdê û Hillerod ê Danîmarkayê, xebatên HDP’yiyan ên ji bo hilbijartinê didomin.
Li bajarê Borlängeyê Swêdê û Hillerod ê Danîmarkayê, xebatên HDP’yiyan ên ji bo hilbijartinê didomin.
Kurd û dostên xwe yên li hemberî dîktatorî û faşîzmê bûyî yek, bang li her kesî kirin ku biçin ser sandoqan û dengên xwe bidin.
BORLÄNGE
HDP, bi boneya hilbijartinê li bajarê Borlänge yê herêma Dalarna yê Swêdê buroya hilbijartinê vekir.
Şefîk Dûman ê ku wê di Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de xebatan bimeşîne, beşdarî vekirina buroyê bû.
Dûman got “Hilbijatinên 24’ê Hezîranê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyê û gelê Kurd xwedî giringiyeke diyarker e. Ev hilbijartin di navbera demokrasî û dîktatoriyê de wê pêk bê. Divê tevahiya Kurd û dostên wan bi dirûşma ‘Dengek her tişt e’ tevbigerin, xebatên xwe bimeşînin. Heke em bikaribin potansiyela xwe bixin nava tevgerê, em dikarin bihêlin ku tifaqa AKP-MHP’ê bi xurtî têk biçe.”
Her wiha li herêma Dalarnayê jî komîteyên ku xebatên hilbijartinê bimeşînin hatin vebijartin.
HILLEROD
Li bajarê Hillerod ê Danîmarkayê jî xebatên HDP'yiyan yên hilbijartin bi lez û bez didomin. Li hemû deverên bajêr xebat dane destpêkirin û civînên gel pêk tînin. Pêwendiyeke gelek zêde ji bo civîna ku bi pêşengiya Koordînasyona Hilbijartinê ya Sêvê Demîr hatî lidarxistin, heye.
HDP'yiyan anî ziman ku “Em li her derê bi pêwendiyeke zêde tên pêşwazîkirin. Roj roja bilindkirina têkoşînê ye. Li her derê ku em lê dijîn divê li hemberî zilm û zorê weke dilxwazê HDP’ê xebatên hilbijartinê bimeşînin.”