Li Swêd û Îtalyayê çalakiyên piştgiriya ji bo PKK’ê

Li bajarê Swêd û Îtalyayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê hate protestokirin.

Li bajarê Borlange yê Swêdê ji bo 25’emîn salvegera qedexeya Elmanya ya li ser PKK’ê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşek hate kirin.

Meşa li navenda bajar hate kirin, dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin qîrkirin. Rojîn Polîn a li ser navê tevgera ciwanan daxuyanî xwend, diyar kir ku wê bi berxwedana rêxistinkirî ya ciwanan hem tecrîda li ser Ocalan hem jî qedexeya PKK’ê bê têkbirin. Dîsa bang li ciwanan hate kirin ku tevlî çalakiya ciwanan a ku wê roja Yekşemê li Stockholmê bê kirin bibin.

MÎLANO

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê jî li dijî hiqûqa di derbarê koçberan de derketî meşek girseyî hate kirin. Kurd jî tevlî vê meşê bûn û biryara DYA ya li ser sê pêşengên Kurdan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û dirûşmên dilsoziya bi PKK’ê û Ocalan re hatin qîrkirin.