Li Sûriyeyê tesbîtên bikaranîna çekên kîmyewî hene!

Li Sûriyeyê tesbîtên bikaranîna çekên kîmyewî hene!

Zanyarên artêşa Îngîlîz îdia kirin ku, wan tespîtên di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya di pevçûnên Sûriyeyê de dîtine.

Rojnameya The Tîmes diyar kir ku, li nêzî Şamê eşantiyoneke axê dîtine û ji welat bi awayekî kaçax birîne Îngîlîstanê û got, ev eşantiyon tespîta bikaranîna cureyekê çeka kîmyewiye.  Ev agahî ji çavkaniya wezareta parastê hatiye girtin.

Di nûçeya ku di manşeta rojnameyê de cih girtiye de hate destnîşan kirin ku, testên vê ji departmana lêkolîna biyolojîk û kîmyewî ya wezaretê hatiye kirin.

Dîplomatên NY’ê jî roja pêncşemê diyar kirin ku, welatên Rojava di warê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê de xwedî tespîtên girîngin.

Ev lêkolîna ku li Îngîlistanê hatiye kirin, zelal nake ku ev çek ji aliyê rejîma Esad an jî komên çekdar ve hatiye bikaranîn.

Li Sûriyeyê hikûmeta Beşa Esad û muxalîf li hemberî hev sûcdariyên wekê li Heleb û Şamê çekên kîmyewî tê bikaranîn dikin. Rêveberiya Şamê di 20’ê Adarê de daxwazeke fermî biribû NY’yê.