Li Sûriyê teqîn: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Sûriyê teqîn: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Sûriyê teqîn: 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li herêma Deraa ku dikeve başûrê Sûriyê, di encama teqîneke li mînîbusekê ya li dora bajarê Noa de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya navenda wê li Londonê ye, der barê teqîna duh bi şev a li Londonê de agahî da û diyar kir ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de, jin û zarok hene.
Mûxalefetê ji teqînê rejîma Sûriyê berpirsyar girt.
Di vê navberê de, duh bi wesîleya roja yekemîn a Cejna Qurbanê, li hin mizgeftên Sûriyê ji ber xeteriya birçîbûnê fetwayek hat dayîn ku goştê hin heywanên normal heram e, dikarin bê xwarin.
Di fetwayên ji mizgeftên li başûrê Şamê hatin dayîn de hat gotin ku goştên heywanên mîna kuçik, pisîk, ker, dikarin werin xwarin.
Ev taxên mijara gotinê bi giranî di bin kontrola serhildêran de ne. Ji ber girîngiya stratejîk a van herêman jî, ji aliyê hêzên hikûmetê ve tê bombekirin. Gel nikare xwe bigihêjîne xwarin û pêdiviyên din ên pêwîst.